Çalakiyên Rojhilat Îranê tengav kir: Parlementerê Bane xistin dewrê

57

 

 

 

BANE / ROJNEWS

 

 

Wezareta Îtlaata rejîma Îranê ku li hember çalakiyên nerazîbûnê û xwepêşandanên gelê Rojhilat tengav bû û bi hêzên xwe yên serbazî jî nekarî nerazîbûnan bi tepisîne, çareyê di wezîfedarkirina parlementerê Bane û Seqizê li parlementoya Îranê Muhsîn Bîglerî de dît. Hate zanîn ku rejîmê xwestiye bi rêya Bîglerî şêniyên bajêr bêdeng bike û jêre gotiye, bi çi awayî dibe, divê xwepêşandan werin tepisandin û belavkirin.

 

Bîglerî piştî ev axaftina telefonê bi çend saetan bi wezîfeya xwe rabûye û ji gel re gotiye, ev xwepêşandan ne di berjewendiyê gel de ye.

 

Gelê Bane jî wan gotinên Bîglerî weke gef xwarin bi nav dikin û li ser medya civakî jî Muhsîn Bîglerî weke kesekî xwefiroş û nokerê ji aliyê rejîmê ve hatiye erkdar kirin, bi nav kirin.

 

(bz)