Çalakvanên Medenî: Girtina çalakvanekî parastina xwezayê dike, sûc e

34

 

BERHEM LETÎF-BOTAN / ROJNEWS

 

 

Dadgerê giştî yê navçeya Derbendîxanê ji ber Hevserokê Rêxistina Jîngeha Herêma Kurdistanê Serwer Qeredaxî li ser medya civakî dosyayek têkildarî nêçîrkirina lawirên kuvî belav kiribû, doz lê vekir û paşê bi biryara dadgehê hate binçavkirin. Qeredaxî, di wê parvekirinê de wêneyê pezkuviyeke mê ya ferxik di zikê wê de bû û ji aliyê hindek berpirsên serbazî yên wê herêmê ve hatibû kuştin, parve kiribû. Roja 4’ê Îlonê Qeredaxî hate binçavkirin û heya niha jî di girtîgehê tê girtin.  

 

Çalakvanê Civaka Sivîl yê Derbendîxanê Hawkar Qadir ji ajansa me re axivî û got “Girtina Serwer Qeredaxî, ferzkirina neheqiyê ya li ser heqiyê ye. Qeredaxî di parvekirina xwede bûyereke rast eşkere kiribû. Serwer çalakvaneke parastina xwezayê dike, ne dikarî li hember vî sucî bê deng bimîne.”

 

 

Hawkar Qadir daxwaza serwerkirin û pêkanîna qanûnan kir û got: “Divê qanûn ne li ser bingehê hêz û desthilatiyêbe. Eger qanûn heye, bila ji bo hemû beşên civakê be.”

 

Çalakvanekî din yê Civaka Sivîl Remezan Qadir jî binçavkirin yanjî girtina çalakvanekî parastina xwezayê dike weke sûcekî bi nav kir û got: “Girtina çalakvanekî parastina xwezayê dike, bi serê xwe sucek e. Ji ber ku parastina xwezayê, erkek exlaqiye. Serwer Qeredaxî jî yek ji wan kesane ku bi erka xwe rabûye. Wî li hember nêçîrkirin, bê dengiya dadgehê li hember nêçîrkirina lawiran de helwest raber kiriye.”

 

 

Remezan Qadir diyar kir ku divê dadgeh yê van sûcan dike, lêkolîn bike û ceza bike, ne ku yê parastina xwezayê dike bigire. Divê li dewsa girtina Serwer ew kesên wan lawiran nêçîrkirine girtiban.”

 

(bz)