Çalakvanên Rojhilat: Kolber ji ber nabin zilamê dewletê tên qetilkirin

48

 

ELÎ QADIR / QELADIZÊ

 

Hinek çalakvanên siyasî û sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê ku li Başûrê Kurdistanê dimînin, piştgiriya xwe ya ji bo xwepêşandanên  bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê anî ziman.

 

Çalakvanê bi navê Murad Kotol êrîşên li ser xwepêşandarên Rojhilatê Kurdistanê yên ji bo protestokirina kuştina kolberan şermezar kir û got: “Rejîma sêdare ya Îranê êrîşê gel û kolberan dike. Ev nayê qebul kirin. Pêwîste kesên azadîxwaz û rêxistinên mafê mirov yên Kurd zext li Îranê bikin û helwesteke cidî raber bikin.”

 

 

Çalakvana jin ya bi navê Ronahî Sine jî di vê derbarê de axivî û got: “Rejîma Îranê siyaseta birçîkirinê li ser gelê Kurd birêve dibe û neçarî kolberiyê dike. Paşê jî dema kolberiyê dikin, dikuje. Bi siyaseta xwe ya birçîkirinê her wisa neçar dike ku bibin endamên îstîxbaretê û zilamên dewletê. Lê gelê Kurd vêya bê rûmetiyê qebûl nake û ev rêya metirsîdar ya mirinê dihilbijêre.”

 

 

Ronahî Sine di dawiya axaftina xwede diyar kir ku ewê heya dawiyê piştgiriya gelê Bane bikin û bang li gelê Rojhilat kir ku li pişt Bane rawestin.

 

Li ser heman mijarê Mihemed Zure jî axivî û diyar kir ku eger ev çende êrîş li ser gelê Kurd pêk tê ji belav bûna wê ye û got: “Heya gelê Kurd bi vî awayî  belave be, wê pîlan û êrîşên dagirkeran bi dawî nebin. Ji ber wê pêwîste êdî gelê Kurd yek helwest û yekdeng bin.”