Di ava Zêyê Biçûk de ciwanek xeniqî

47

 

 

 

 

QEREÇÛX ENWER / HEWLÊR

Li gundê Sêkanî yê navçeya  Koyê ya Hewlêrê  ciwanek di ava Zêyê Biçûk de xeniqî.

 

Berpirsê Parastina Şaristaniya Koyê Emîd Elî Ebdullah tikildarî mijarê ji ajansa me re wiha got; "Ji bo geştyariyê û avjeniyê du birayan serdana gundê Sêkanî kirin. Lê di dema di ava Zêyê Biçûk de avjenî dikirin yek xeniqî û yê din jî ji xeniqînê hate rizgarkirin. Ciwanê xeniqî navê wî Îsmaîl Fûad Ehmede û di sala 1997'an de ji dayik bûye.

 

Li gorî daneyan li Başûrê Kurdistanê ji destpêka meha Hezîrana îsal ve bi giştî 54 kes di avan de xeniqîne. 2 ciwan jî di birînekê de ji ber nebûna oksînejê fetisîn.