Di xwepêşandana Sineyê de herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

47

 

 

 

SINE / ROJNEWS

 

Gelê Sineyê bi armanca protestokirina qetilkirina kolberên bi navê Qadir Behramî (41) û Heyder Fercî (21) ku li bajarê Baneyê yê Rojhilatê Kurdistanê yê 4’ê Îlonê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin kuştin, îro li ser banga aktivîstên siyasî yên Sine, di saet 18:00’an bi hezaran welatiyên Sineyê li Qada Îqbal (Azadî) kom bûn. Hêzên rejîmê hewl dan pêşiya kombûna gel bigire. Hêzên rejîmê li hember biryardariya gel bi gaza bîber û jopan êrîşî gel kirin. Di êrîşê de 5 çalakvan hatin binçavkirin.

 

Bi bihîstina ku hêzên rejîmê êrîşî gel kirin re bi sedan kes herikîn Qada Îqbal û li qadê çalakiyên protestoyê dewam dike.

 

Herwiha hêzên rejîmê bi helîkopteran li ser bajêr digerin, ji bo nehêlin xwepêşandan berfireh bibin.