DYA ber bahozeke nû ya bi navê ‘Îrma’ dikeve

45

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî ragihandina DYA’yê piştî bahoza Harvey vê carê jî bahoza Îrma jî destpê kiriye û gef li Giravên Virginia Û Floridayê dixwe. Ji ber hatina bahoza Irma li herdu giravên navborî rewşa awarte hate ragihandin.

 

Bahoza Harvey ku hefteya borî pêk hatibû û bajarê Houstonê bin av kiribû,  êvara roja sêşemê bahoza metrisîdar Îrma, ji ava deryayê giha peravên Florida û ber bi bakur ve ket rê.

 

Pisporan diyar dikin ku, dibe Îrma "gelek metirsîdar û wêrankar be. Leza bayê bahoza Îrma 297 kîlometir di seatekê de ye, ev jî leza herî zêde di bahozên okyanosa Atlentîkê de hatiye tomarkirine.

 

Niha komara Domonican, Puerto Rico û girava Virginia ya Brîtanî dikevin ber metirsiya bahozê.

 

Pisporekî bahozan ji ajansa  AP re gotiye dibe ku, girava Lêward bi temamî wêran bibe, herwiha giravên Antigua, Barbuda, Montserrat û Guadeloupe jî roja çarşemê dikevin ber bahoza Îrma.

 

Pisporên bahozan herwiha dan zanîn jiber ku, îsal ava derya û Oqyanosan germe, lewma leza bahozan zêdetir bûye.

 

(bz)