Ebadi: Referandûm piştguhkirina vîna gel e

45

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Duh Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî piştî civîna Desteya Wezîran a Iraqê daxuyaniya çapemeniyê ya heftane da û di daxuyaniyê de îşaret bi referandûma herêma Kurdistanê kir û vê biryarê weke biryareke ne qanûnî, ne rewa û piştguhkirina vîna gel bi nav kir.

 

Ebadî anî ziman ku lidarxistina referandûmê biryareke yek aliye û ragihand ku ev wê welat berbi ciheke metirsîdar ve bibe û got: “Ev referandûm bê plane û piştguhkirina gel e.”

 

Heyder Ebadî firotina petrola Kerkûkê ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve jî weke bazirganiyeke ne fermî bi nav kir û wiha berdewam kir: “Pareke zêde ya petrola Kerkûkê bi awayeke ne fermî ji bo derve tê şandin û bajar bixwe jî ti fêdeyek ji vêya nagire.”

 

Ebadî îşaret bi pêkhatina operasyona Hewîce ku divê destpê bike jî van agahiyan da:“Emê di demek nêzîk de Hewîce û herêmên Enbarê kontrol bikin. Ji bo kontrol kirina Hewîce jî emê bi pêşmergeyan re di nava hemahengiyê de bin.” 

 

(bz)