El Beydanî: Fikrên Ocalan ji bo dawî anîna bêdadî û zilmê ye

45

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Rêveberê Peymangeha Iraqê ya Navenda Lêkolînên Kurd Dr. Cewad Kazim El Beydanî têkildarî fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku Ocalan Rêberekî xwedî fikrên cûdaye û rêbazên wî jî naşibe yê kevin û klasîk. El Beydanî dibêje, Ocalan tenê fizîkî hatiye zîndakirin û got: “Fikir û bernameyên wî yek bi yek serdikevin, nêzî pêkhatina armanca xwe bûye.”

 

Akademisyenê Ereb weke Rêber xîtabê Ocalan dike û dibêje; “Rêber Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Ereban û giştî cîhanê jî di mijarên rêveberî, siyasî, civakî de xwedî fikre.”

 

El Beydanî îşaret bi şertên tercîtê û girtinê ya Ocalan jî dike û wiha pêde diçe: “Pêwîste zêdetir girîngî bi meseleya zîndanîkirina Ocalan were dayîn. Ji ber meseleya Ocalan tenê pirsgirêka PKK’ê û Bakûrê Kurdistanê nîne. Ya rastîn pirsgirêka mirovatiyê ye û nabe ku were îhmal kirin.”

 

El Beydayî her wisa got: “Nêrînên Ocalan yên li ser her mijarekî naşibin rêbaz û şêwazên kevin û klasîk yên berê.  Armanca wî ya sereke bi dawî anîna zilm, ne dadî û zextên li ser mirovahiyê ye. Her wisa li dijî dewletên dagirker û dîkdator disekine.”

 

El Beyadî diyar kir ku dewletên dagirker fikrên Ocalan ji bo xwe weke metirsiyekî mezin dibînin û got: “Sedema sereke ya girtina Ocalan û di zîndanê de hiştinê ewe ku naxwazin Mandela û Hoşimînekî din di cîhanê de derkeve.”

 

Akademisyen El Beyadî axaftina xwe wiha dawî dike: “Niha bi milyonan mirov perwerde li ser fikrên Ocalan dîtine. Ji ber wê niha ew tenê fizîkî hatiye zîndanîkirin. Zîndan nekariye Ocalan bide sekinandin, fikir û bernameyên wî bi awayeke serkeftî pêk tên û kêm maye ku bigihije armanca xwe.”

 

(bz)