‘Em napejirînin parlamento ji bo rûniştinekê bê vekirin’

48

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro li Silêmanî bi amadebûna Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî  yê YNK’ê Kosret Resul, Omer Fetah, Rêveberê Polîtburoya YNK’ Hakim Qadir Hemecan li gel Serok û endamên Koma YNK’ê ya li parlamentoya Herêma Kurdistanê kombûnek hat lidarxistin.

 

 Li gorî daxuyaniya ragihandina Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK’ê di civînê de, Kosret Resul got: “Parlamento wek saziyek niştîmanî girînge, ku bi dengê gelê Kurdistanê hatiye hilbijartin, pêwîste were aktîf kirin. Pêwîste mijarên netewî, niştîmanî û yasayên girîng li wir  biryar û yasa li ser werin derxistin.”

 

Her wiha  Omer Fetah jî got: “Di sîstema demokrasiyê de parlamento, saziyek nîştimanî ya girîng û cihê xebata demokrasî û sivîl ya aliyan ji bo başkirina xizmeta gel, welat, demokrasî û bi cih anîna soz û armancên dengdêrane.”

 

Omer Fetah ew gotinên ku YKN ji bo aktîfkirina parlamentoyê li gel PDK’ê li hev kiriye red kir û got ku ew nûçe bê bingehin.

 

Li gorî daxuyaniyê Hakim Qadir Hemecan îşaret bi girtina parlamentoyê ya bûyî sedema aloziya siyaseta Herêma Kurdistanê û wiha gotiye: “Ji destpêkê ve me girtina parlamentoyê weke karek ne yasayî û ne demokratîk dîtiye. Em niha jî qebûl nakin ku parlamento ji bo rûniştinekê were aktîf kirin.  Pêwîste parlamento erkê xwe yê yasa danîn, çavdêriya karûbarên hikûmet û biryardana li ser mijarên nîştimanî yên girîng bibîne.”

   

(rk)