Fermandarê Pêşmergeyan: Pêşmerge beşdarî operasyona Hewîce nabin

53

 

 

 

SORAN MIHEMED/KERKÛK

 

Li gorî agahiyên hêzên ewlehiya Iraqê didin amadekariyên operasyona rizgarkirina navçeya Hewîce ya Kerkûkê temam bûne û li benda fermana destpêkirina operasyonê ne.

 

Têkildarî ka wê hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê jî beşdar bibin yan ne, Yek ji Fermandarên Pêşmergeyan û endamê Odeya Operasyona Eniya 4'an a Kerkûkê Sertîp Hesar ji ajansa me re wiha anî ziman; "Heya niha ji bo beşdarbûna hêzên me ya beşdarbûna operasyona Hewîce ti lihevkirin û hevsengî ligel hêzên Iraqê nehatiye kirin. Tênê ve yek zelale, emê di çeperên xwe de bîmînin. Ango emê li çeperên xwe de parastinê bikin. Emê beşdarî êrîşan nebîn."

 

Serokwezîrê Iraqê Heyber Ebadî duh di civîna çapemeniyê de ragihand ku wê di demekî nêzîk de navçeya Hewîce û rojavayê Enbarê rizgar bikin.

 

Navçeya Hewîce 55 km ji bajarê Kerkûkê dure. Di sala 2014’an de navçeya Hewîce û bajarokên Riyaz, Zab, Ebasiye û Reşad ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû dagir kirin. Ev deverane  ji sedê 32’ê xaka parêzgeha Kerkûkê pêk tîne.