Gelê Rojhilat tevî milîtarîzekirina herêmê jî di çalakiyê de ye

56

 

 

SINE/ROJNEWS

 

Çalakvanên siyasî yên bajarê Sine ragihandin ku îro saet 19:00’an wê li meydana Îqbal (Azadî) ya bajêr ku qada sereke ya bajêre, wê çalakiyeke nerazîbûnê li dijî kuştina kolberên Kurd lidarbixin.

 

Piştî ku hate ragihandin wê çalakî li meydana Îqbal pêk were, hêzên rejîmê hêz sewq kirin û qada ku divê çalakî pêk were, dorpêç kirine.

 

Li gorî çavkaniyên herêmî yên li bajarê Bane jî, rejîm ji tirsa ku wê çalakî pêk werin, nahêle 5 kes jî bên gel hev û xelk dixin ber lêpirsînê.

 

Hêjayî gotinêye ku roja 3’ê Îlonê li ser sînorê bajarê Bane di encama gula barana hêzên rejîma Îranê de du kolberên Kurd yên bi navê Heyder Ferecî û Mam Qadir jiyana xwe ji dest da bûn.

 

Roja piştî wê gelê Bane bi çalakiyên nerazîbûnê bertek dan nîşandan. Welatiyên bajarê Bane yê ser bi parêzgeha Sine ve, li dijî wan kiryaran du roj daketin kolanan, dukan û bazar ne vekirin. Rejîm jî bi êrîş kirin û girtinê hewl da xwepêşandêran bê deng bike. Niha jî hejmarek zêde ya çalakvanên siyasî û medenî yên Rojhilalatê Kurdistanê, bi armanca nerazîbûn nîşanê kuştina kolberan bidin, dest bi greva birçîbûnê kirine.

 

(bz)