Girtiyên Kurd li Îranê ji bo kolberan ketin greva birçîbûnê

51

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Hinek çalakvanên siyasî û medenî yên Kurd li girtîgehên Îranê ku ji Mihemed Sedq Kebuwend, Hesen Emn, smal Muft Zade, Had Edeb, Hisamedn Emn, Smn Çayç, clal Fewam, Şlan Giyan, Mehmud Mehmud  û Mesud Kurdpur pêk tê, bi armanca nerazîbûn nîşana, kuştina kolberên Kurd bidin, ji bo sê rojan çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin. Girtiyên Kurd ku duh dest bi çalakiya xwe ya gireva birçîbûnê kirin, îro di roja duyemîn de ye.

 

Çalakgeran ragihandin ku li Rojhilatê Kurdistanê bêkarî heye, derfetên aboriyê nîne ku civak debara jiyana xwe bike û birçîbûn heye, gel ji bêçaretiyê serî li kolberiyê didin û kareke wer metirsîdar didin berçav.

 

Hêjayî gotinê ye ku ber du rojan du kolberên ji bajarê Bane ji aliyê hêzên rejîma ranê ve hatin kuştin. Roja pişt wê gelê Bane bi armanca nerazbûn nşan bidin daketin kolanan, jiyan rawestandin, deriyê dikanan girtin. Ev çend rojin rejma ranê van çalakiyan kiriye bahane û hêzeke zêde ya hêzên serbaz sewqê herêmê kiriye.

 

(bz)