KODAR: Îran bûye sedema kolberiyê, divê bixwe jî çareser bike

60

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Komelga Demokratîk û Azad ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) îro daxuyaniyek têkildarî pirsgirêka kolberiyê ya ji aliyê rejîmê ve hatiye derxistin û rêyên wê yên çareseriyê de belav kir. Di daxuyaniyê de behsa sedemên derketina kolberiyê û rêyên wê yên çareseriyê tê kirin.

 

‘Îran bixwe pirsgirêka kolberiyê çêkiriye’

 

Di daxuyaniya KODAR’ê de wiha tê gotin: “Îran bi xwe pirsgirêka kolberan li Rojhilatê Kurditanê çêkiriye. Ji ber wê divê bi xwe jî rêyeke ji bo çareseriyê biafirîne. Rejîma Îranê bi armanca pêkanîna rewşek siyasî û ewlehî li Rojhilatê Kurdistanê û bê deng kirina civakê, her cûre zextên aborî li ser herêmên Kurdan pêk tîne. Ev zextên di qada aboriyê de hiştiye ku civak ji bo debara xwe serî li kolberiyê bide û pirsgirêkeke weke kolberiyê çêbibe.”

 

KODAR’ê ragihand ku kuştina kolberan kuştineke siyasiye û wiha pêde çû: “Kuştina kolberên Rojhilatê Kurdistanê, meseleyeke siyasiye. Ji ber niha pirsgirêka Kurd di tevahî cîhanê de bûye rojev û têzanîn. Îran ji bo milîtarîzekirina herêmê û bêdengkirina civakê, li bahaneyan digere. Kuştina kolberan jî ji bo xwe weke bahaneyeke herî baş dibîne. Kolberên Rojhilatê Kurdistanê bûne qurbaniyên siyaseta Îranê ya dijî Kurd.”

 

KODAR’ê bang li Îranê jî kir ku dest ji komployên li dijî gelê Kurd û milîtarîzekirina Rojhilatê Kurdistanê berde û wiha pêde çû: “Pêwîste nûnerên gelê Kurd li Parlamentoya Îranê parastina mafê kolberan bikin û vê pirsgirêkê bixin rojevê. Em bang li hemû rêxistinên navnetewî jî dikin ku erkên xwe yên mirovî ya ji bo parastina Kolberan bi cih bînin.”

 

Daxuyanî wiha bi dawî dibe: “KODAR’ê berî niha jî qala mijara kolberan kiribû û di nexşerêya xwe de beşek ji bo mijara kolberan veqetandibû.  Heya dawiyê emê parastina mafê kolberan bikin û erkên xwe yên siyasî û exlaqî yên ji bo pêk bînin.”

 

(bz)