Li Sine xwepêşandanê destpê kir

64

 

 

SINE / ROJNEWS

Li Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûnên gel yên li dijî kuştina 2 kolberên Kurd ên li Baneyê zêde dibe. Di vê çarçoveyê de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji bo piştgiriya xwepêşdanên gel ên li Baneyê û bajarên din ji van kêliyan de daketn qadan û dest bi xwepêşandanê kirin. Girse li herêma Îqbal kombûye.

 

 Yek ji xwepêşandana ku nexwest navê xwe eşkere bike ji ajansa me re wiha got; "Li ser pêşniyara çalakvanên sivîl ên bajarê Sine îro me piştgirî da bajarê Baneyê. Li dijî êrîşên rejîma Îranê yên li ser kolberên Kurd me nerazîbûna xwe anî ziman.

Herwiha ji piştî nîvro ve deriyên hemû dikanên bazara bajêr hatine girtin. Hemû rêyên sereke û kolan ji hêzên çekdarî yên rejîmê pir bûne ji bo pêşî li xwepêşandanê bigrin. "

 

Heman çalakvanî ragihand ku îro rejîma Îranê gelek hêz aniye li bajarê Sine û li nav bajêr bilav kiriye.

 

Hêjayî gotinê ye ku di 3'ê Îlonê de, li ser sînorê bajarê Bane, di encama êrîşa hêzên rejîma Îranê de 2 kolberên Kurd yên bi navê Heyder Ferecî û Mam Qadir jiyana xwe ji dest da bûn. Li ser vê yekê di serî de gelê Baneyê û çend bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê li dijî kuştina kolberên Kurd dest bi xwepêşandana kirin.

 

KODAR’ê jî bi daxuyaniyekî banga pîştgirî dayîna welatiyên Bane li gelê Rojhilatê Kurdistanê kiribû.

 

Hêzên serbazî yên Îranê ku xwe weke hêza ‘Dijî tevlîheviyan’ bi nav dikin û weke yekîneyên taybet yên li dijî çalakiyên li qadan tên zanîn, bi awayeke dijwar êrîşê xwepêşenderan kirin. Heya niha bi dehan kes hatine binçavkirin û birîndarkirin. Herwiha ji bo rejîm bikare dawî li xwepêşandana bîne rewşa awarte îlankirî bû û hêz şandibû herêmên xwepêşandan lê hene. Lê hîn ji xwepêşandan berdewam dikin.