NY: Sedî 82 penaberên Sûrî dixwazin vegerin welatê xwe

41

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Dîrektorê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî Amin Awad li Navenda Giştî ya NY di civîneke çapemeniyê de îşaret bi penaberên Sûriyê kir û ragihand ku ji sedî 82’yê penaberên Sûrî ku çûne welatên derve, dixwazin vegerin ser xaka xwe lê, ji ber hîn şert û merc guncav nebûne, nikarin vegerin.

 

Awad her wisa rêjeya penaberên li seranserê cîhanê jî eşkere kir û got: "Li seranserê dinyayê derdora 65 milyon mirov ji cih û warê xwe bûne û ji sedî 40’ê wê ji Efrîqeya Bakur û Rojhilata Navîn in."

 

Amin Awad di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji bo vegerê şert ne ne guncavin û gelek astengî hene. Xerabûna Sûriyeyê ji bo vegerê astengiyeke mezin derdixîne. Heke şert û mercên tendirustî û ewlehî werin sazkirin ji sedî 82 Sûrî ku li welatên cîranin dixwazin vegerin."

 

(bz)