Reqa gav bi gav paqij dibe: 11 çete hatin kuştin

42

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 94’an de jî bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Hêzên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê sing bi sing li Reqayê di cengin.

 

Şer li taxên Emîn û Tekene yên li navenda bajêr û li taxa Nehda ya li rojavayê Reqayê giran e.

 

Çeteyên li taxa Emîn asê mane, ji bo xwe ji vê dorpêçê xilas bikin êrîşî çeperên şervanên QSD'ê kirin. Ji çeteyên êrîşî mewziyên şervanan kirin, 11 çete hatin kuştin.

 

Li navend û rojavayê bajêr, şerê navbera şervanan û çeteyan dewam dike.

 

Pêngava Rizgarkirina Reqayê roja 6'ê Hezîranê dest pê kiribû û heta niha zêdeyî nîvê bajêr ji aliyê hêzên QSD'ê ve hatiye rizgarkirin.

 

(bz)