YNK: Divê parlamento di zûtirin demê de were aktîfkirin

54

 

 

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

Meclîsa Rêveberiya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) îro li Silêmaniyê der barê referandûm û aktîfkirina parlamentoya Herêma Kurdistanê dibin serokatiya Cîgirê Serkeretê Giştî yê YNK'ê Kosret Resûl Elî de civiya. Piştî civînê li ser naveroka civînê daxuyaniyekî nivîskî hate dayîn.

 

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Bi giyanekî pir li hestên berpirsyartî, hevalan guftûgo li ser mijarên weke, referandûm, rengê karkirina parlamentoyê, pirsgirêkên navxweyî û pirsgirêkên sereke, encamên negatîf û pozitîv ên cîhanê, herêmî û Iraqê li ser referandûmê, berdewamkirina hevdîtinên li gel hikûmeta Iraqê û aliyên siyasî kirin.

 

Piştî guftûgoyên berfireh ev du biryar hatin girtin;

 

Yekem, parlamentoya Kurdistanê pêwîste li ser hindek bingehên yasayî, aborî û siyasî di zûtirin demê de bê aktîfkirin.

 

Duwem; şandekî YNK'ê wê peyamana Meclîsa Rêveberiya YNK'ê derbarê çawaniya karkirina parlamentoyê de di nava van du rojan de bigihîne Tevgera Goran û Komeleya Îslamiya Kurdistanê.

Wê şandeya YNK'ê nexşerêya YNK'ê û referandûmê ligel PDK'ê aliyên din guftûgo bike û zelan bike."