Artêşa Iraqê: Balafirên şer çeperên DAIŞ’ê yên li Hewîce bombebarankirin

51

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Odeya Şer a Iraqê vê êvarê bi daxuyaniyekî ragihad ku êrîşên hewayî yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li navçeya Hewîce ya Kerkûkê destpê kir.

 

Di daxuyaniyê de av agahî tên dayîn; "Balafirên şer ên Iraqê û koalîsyona navnetewî îro danê sibehê li nava Hewîce depoyên çek û teqemeniyên çeteyên DAIŞ'ê bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê rûxiyan û bi dehan terorîstên DAIŞ'ê hatin kuştin.

 

Balafirên şer ên Iraqê bi hezaran belavok li ser Hewîceyê re bilav kirin. Di belavokan de çeteyên DAIŞ'ê tên hişyarkirin ku dema lêpîrsîna wan nêzîke û xwe radest bikin."

 

Serokwezîrê Iraqê Heyber Ebadî ji berî duh rojan de di civîna çapemeniyê de ragihand ku wê di demekî nêzîk de navçeya Hewîce û rojavayê Enbarê rizgar bikin.

 

Navçeya Hewîce 55 km ji bajarê Kerkûkê dure. Di sala 2014’an de navçeya Hewîce û bajarokên Riyaz, Zab, Ebasiye û Reşad ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû dagir kirin. Ev deverane  ji sedê 32’ê xaka parêzgeha Kerkûkê pêk tîne.