Asayîşa Efrînê dest danîn ser 33 fuzeyên çeteyên Tirk

34

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Hêzên Asayîşa Efrînê dest danîn ser hejmareke zêde ya fûzeyan ku hewl didian di Efrînê re bigihînin çeteyên Artêşa Tirk. Asayîşê li deriyê gundê bi navê Gundê Mezin a navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê,  erebeyek çek û cebilxane barkirî  ku hewl dida derbasî herêmên di bin dagirkeriya çeteyên artêşa Tirk a dagirker li herêmên Şehbayê bibûya, girt.

 

Derbarê mijarê de endamê Hêzên Asayîşê Berxwedan Ehmed axivî û çek û cebilxaneyên ku hatine girtin wiha rêz kirin: 33 fuzeyên germahî, 5 rokêtin B7 û 3 çekên doçka 12 m.

 

Ehmed destnîşan kir ku şofêr jî hatiye girtin û radestî aliyên peywendîdar hatiye, kirin.

 

(bz)