Elî Kerîmî: Divê ezmûna Rojava li Rojhilat jî were pêkanîn

62

 

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

 

Çalakiyên Rojhilat yên ji bo nerazîbûn li dijî kuştina kolberan her diçe mezin dibe. Duh şev ku Sine jî rabû ser piya, gelek kes ji aliyê rejîma îranê ve hatin binçavkirin. Rojnameger û Nivîskar Elî Kerîmî derbarê vê mijarê de ji ajansa me re axivî û got: "Li Îranê kuştina kolberan ne tiştekî nû ye. Li ser sînor hêzên serbazî yên Komara Sêdarê bê sedem kolberan gulebaran dikin. Lê diyare ku kuştina van du kolberan xelk êşan diye. Hêvîdarim ku hizbên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ji daxwazên gelê Rojhilatê Kurdistanê re bibin bersiv. Eger hemû aliyên siyasî vê derfetê baş binirxînin wê navê wan derbasê dîrokê bibe.  Ji ber vê yekê hêvîdarim ku hemû aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê hevkariyê li gel hev bikin. Dikarin bi awayeke hevpar bernameyekî çêbikin û civakê li derdora hindek daxwazên civakî yên nû kom bikin.”

 

'Divê weke li Rojavayê Kurdistanê bû, partiyek jêre pêşengiyê bike'

 

Kerîmî di berdewama axaftina xwede rexne li partiyên Rojhilat girt û got: "Di rastiyê de gelek hêviya min ji aliyên Rojhilatê Kurdistanê nîne. Lê gelek caran ev bûyerên ku rû didin wer dikin ku aliyên siyasî xwe li ber çavan re derbas bikin û xwe nû bikin. Ji ber vê yekê hêvîdarim ku aliyên Rojhilatê Kurdistanê bi vî awayî tevbigerin.  Xwepêşandanên li Bane, Merîwan û Sine tiştekî gelek baş e. Me berê digot eger guhertin li Tehranê pêk neyê wê tiştek  çênebe. Lê îro ji ber vê rewşa îro li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê heye, dibe li Rojhilatê Kurdistanê jî tevgerek çêbibe û ev jî bigihije armanca xwe. Rojavayê Kurdistanê beşekî biçûk ê Kurdistanê bû, her navê wan nebû. Lê, niha em niha dibînin ku guhertinên mezin çêkirine. Gihiştiye asteke wisa ku dibe wek çavdêr jî dibêjin, çareseriya pirsgirêka Kurd ji Rojavayê Kurdistanê destpê bike. Ji ber vê yekê divê tevgerek wiha li Rojhilatê Kurdistanê jî çêbibe. Lê divê weke Rojavayê Kurdistanê partiyek jêre pêşengiyê bike."

 

'Şoreş bê partiyek pêşeng nayê kirin'

 

Kerîmî li ser pirsa 'gelo xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji bo şoreşê amadeye' jî wiha axivî: "Xelkê Rojhilatê Kurdistanê her tim li bin zextên herî dijwar yên Komara Îslamî ya Îranê de ne. Her tim ji bo şoreş û serhildanê amadene.  Lê ji ber hinek caran piştgirî nîne xelk bêdeng e. Dîsan nebûna partiyekî ku jêre piştgiriyê bike jî dibe sedem ku ev pêk neyê. Partiya Demokrata Kurdistanê û Komele ev 26 sale li Başûrê Kurdistanê xwe bêdeng kirine. Ji ber vê yekê divê îro bi awayeke lezgîn bixebitin, guhdarî kesên rewşenbîr û kesên bi ezmûn bikin. Divê beşdarî siyaseta gel bibin û dakevin qadan. Ez naxwazim reşbîn bim lê, şoreş bê partiyek pêşeng nayê kirin. Îro ez pêşengiyê nabînim. Bi taybet du partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên sereke xwe bêdeng kirine. Dubare ez dibêjim, divê bi lez gel rêxistin bikin, rê nîşanî rêxistinên civakî bidin û ev tevgera heye veguhezin bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê jî."

 

'Divê PJAK valehiya heye dagire'

 

Rojnameger û Nivîskar Elî Kerîmî herî dawî diyar kir ku divê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) valehiya li Rojhilatê Kurdistanê heye ,dagire û got: "Hêvîdarim ku PJAK bikare vê valehiyê dagire. PJAK partiyekî nû ye, em nikarin rexne bikin. Lê ev ji bo PJAK'ê ceribandinek e. Hêvîdarim ku PJAK ezmûna li Rojavayê Kurdistanê pêkhatiye, li Rojhilatê Kurdistanê jî pêk bîne.”

 

(ab)