HDP’ê li Tengava Stenbolê tecrîd şermezar kir

43

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Rêxitina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajarê Stenbolê, ji bo balê bikişnin ser pêkanînên tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalaln û mîtînga ku wê ji aliyê Hêzên Demokrat û Kedê ve li Qada Bakirkoy a Azadiyê bê lidarxistin, li Tengava Stenbolê çalakiyek lidar xistin.

 

HDP’yiyên ku li Îskeleya Karakoyê keştiyek kirê kirin, di keştiyê de pankartên bi nivîsa “Ji siyaseta demokratîk re azadî” û “Ji tecîrêd re na” vekirin. HDP’yiyan ji Karataş û Uskudarê welatî silavkirin, di nava keştiyê de tim dirûşmên “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin”, “Em ê faşîzmê rawestînin”, “Ji tecrîdê re na” û “Aştî niha” qîr kirin.

 

Piştî çalakiyê û şûnde Hevserokê HPP’ê Cengîz Çîçek daxuyaniyek da û gelê Stenbolê vexwend Mîtînga Aştiyê ya ku wê 10 Îlonê lidar bixin.