Hisên: Asayîşa Helebce bê sedem çalakiya ji bo piştgiriya Rojhilat asteng kir

61

 

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ / HELEBCE

 

Gelê Rojhilatê Kurdistanê ji 4'ê Îlonê ve li dijî kuştina 2 kolberên li Baneyê xwepêşandana li dijî rejîma Îranê dikin. Ji derveyî Rojhilatê Kurdistanê Kurdên parçeyên din jî piştgirê didin gelê Rojhilatê Kurdistanê. Divê çarçoveyê de wê vê êvarê li Helebce jî xwepêşandanek ji aliyê welatiyan ve bihata lidarxistin, lê asayîşê ji ber dema destûr negirtîne destûrê nade pêk were û asteng kir.

 

Piştî astengiyê civîna çapameniyê hate lidarxistin. Di civîna çapemeniyê de Endama Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî Kelsum Hisên diyar kir ku ji bo lidarxistina çalakiyê ew bi israrin û wê di rojên pêş de lidar bixin û got; "Ji bo piştgiriya gelê Rojhilatê Kurdistanê û şermezarkirina kuştina 2 kolberên Kurd me xwest em çalakiyekê lidar bixin, lê mixabin asayîşa Helebce destûr neda em lidar bixin. Ev çend roj bûn me amadekarî dikin û me welatî agadar dikir. Herwiha me asayîş ji agarkirî bû, lê îro hatin gotin ku nabe hûn vê çalakiyê lidar bixin. Me rêveberiya asayîşa Helebce agadar kir, lê ji me got ku divê hûn waliyê Helebce agadar bikin, lê me nekarî xwe bigihînê ji ber ku Walî Elî Osman bersiva peywendiya me ne dida."

 

Kelsun Hisên herî dawî wiha got; "Piştî van hemû hewldanan di saet 16:30'an de hejmarek zêde ya welatiyên Helebce li cihê çalakiyê kombûn, lê hêzên asayîşê rê neda çalakiya ji bo piştgiriya gelê Rojhilatê Kurdistanê û şermezarkirina kuştina kolberên Kurd pêk were.  Ev ne cara yekeme asayîşa Helebce astengiya ji bo çalakiyên me çêdike. Bi taybet di mijarên netewî de asayîşa Helebce bê sedem çalakiyên me asteng dike. Lê ji bo lidarxistina çalakiya xwe em bi israrn. Emê di rojên bê de hewl bidin ku destûrê bigirin û çalakiyê pêk bînin."