HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîdbûyîn eşkere kir

46

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapmeneiyê ya HPG’ê ya îro parvekirî wiha ye:

 

"6’ê Îlonê saet saet 12:00’an hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li Girê Şehîd Lezgîn ê navçeya Qilaban a Şirnexê bi cih bibûn çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya 2 konteynir û nîzamiyeya hate hedefkirin de bi awayekî xurt hate lêxistin, hejmara leşkerên Tirk ên hatine kuştin û birîndarkirin nehate zelalkirin.

 

Artêşa Tirk piştî çalakiyê qad bi obus, hewanan bombe kir.

 

Li Sêrtê operasyon û bomberdûman

 

7’ê Îlonê saet 06:30’an artêşa Tirk a dagirker bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov û helîkopterên bi tîpa Kobra devera Garisa a Sêrtê û derdora girê Dihê ya Kevin dest bi operasyonekê kiriye. Hêzên dijmin bi helîkopterên Kobra devera Garisa û Girê Dihê ya Kevin bombe kiriye. Artêşa Tirk bi 6 helîkopterên bi tîpa Skorskî li derdorî Girê Dihê ya Kevin leşker danîne.

 

Operasyon heman rojê saet 18:00 bê ku encamek bigire bi neçarî vekişiyaye.

 

Herêmên parastinê yên medyayê hatin bombe kirin

 

7’ê îlonê saet navbera 18:30 heta 19:00’an balafirên şer ên artêşa Tirk a dagiker devera Tabûra Ereba ya girêdayî Herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kiriye.

 

Nasnameya 4 gerîlayên li wanê şehîd bibûn

 

21’ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker li derdorî gundê Aras ê girêdayî navçeya Payîzava a Wanê dest bi operasyonekê kiribûn. Di operasyona ku hêzên dijmin teknîkek zêde bikar anî de, di navbera gerîlayên me û hêzên dijmin de şer derketiye. Di vî şerî de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatin zelalkirin. 4 hevrêyên me di encama şer û bomberdûmana li dijî hêzên dijmin de şer kirin şehîd ketine.

 

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

 

 

Nasnav: Berxwedan Şax

Nav û Paşnav: Umît Karabûlak

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayikê — Bav: Latîfe – Hîvîl

Cih û Dîroka Şehadetê: Wan /21’ê Tebaxa 2017

 

 

Nasnav: Ekîn Devrîm

Nav û Paşnav: Nevîn Ozalp

Cihê Jidayikbûnê: Sêrt

Navê Dayikê — Bav: Nafîda — Omer

Cih û Dîroka Şehadetê: Wan /21’ê Tebaxa 2017

 

 

Nasnav: Gelhat Geliye Zîlan

Nav û Paşnav: Abdullah Demîr

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayikê — Bav: Nerîman — Yûsûf

Cih û Dîroka Şehadetê: Wan /21’ê Tebaxa 2017

 

 

Nasnav: Gîvara

Nav û Paşnav: Xalît Nasî

Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo

Navê Dayikê — Bav: Anûde – Cengîdar

Cih û Dîroka Şehadetê: Wan /21’ê Tebaxa 2017"