KJAR’ê bang li gelê Kurd kir ku piştgiriyê bidin Rojhilat

53

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Kordînasyona Komelgeha Azad ya Jinên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi daxuyaniyeke nivîskî piştgiriya xwe ji çalakî û xwepêşandanên bajarên Rojhilatê Kurdistanê ya ji bo protestokirina kuştina kolberan ya ji aliyê rejîma Îranê ve ragihand.

 

KJAR di daxuyaniya xwede diyar kir ku dîroka rejîma Îranê dîrokeke tije ye bi zext, şîdet, zîndan û darvekirina gelên Îranê û bi taybet jî gelê Kurd û wiha got: “Komara îslamî ya Îranê bi zêhniyeteke faşîst bûye sedem ku cihêkarî li hember gelê Kurd, Ereb, Belûc, Azerî û hwd. were kirin. Her wisa hemû siyaseteke qirêj ji bo têkbirina van gelan xistiye meriyetê.”

 

KJAR’ê ragihand ku siyaseta ku AKP û Erdogan li Bakurê Kurdistanê li dijî gelê Kurd bi rêve dibe, şerê ku DAIŞ li Rojavayê Kurdistanê bi navê îslamiyetê sûcên dîrokî dike, li Îranê jî bi dezgehên cûda ji bo fetisandina dengên mûxalif yên navxweyî, tepisandina hewaya siyasî û civakî, mirinekî li ser civakê ferz dike û wiha pêde çû: “Bi pirgirêkên aborî û felaketên weke bêkarî ku bi taybet li Kurdistanê çêdike. Bi siyaseta birçîkirinê civakê neçarî Besîcî û nokeriyê dike. Bi van siyasetan jî hewl dide gelê Kurd marjînal bike û bixe bin kontrola xwede.”

 

Kordînasyonê her wiha got: “Kuştina kolberan li Îranê asayî bûye û rojane di komkujiyan re derbas dibin. Dewleta darvekirinê hewl dide ku ev kuştin û komkujiyên kolberan ji rêzê û asayî bike. Her wisa hewl dide van komkujiyan jî di çavê gel de weke kiryareke rewa bide nîşandan û bide qebûl kirin. Lê, em dibînin ku civak di guhertina siyaseta dewletê bi israre. Civak daxwaza avakirina sısıtemek û rêveberiyeke dmeokratîk û dadperwer dike.”

 

Daxuyaniya kordînasyonê wiha berdewam dike: “KJAR, serhildan û hewara gelê Rojhilatê Kurdistanê ya ji bo daxwaza mafê xwe yê rewa pîroz dibîne. Dema mekanîzmaya parastinê di civakê de aktîv be, dikare hemû siyasetên neteweperest û faşîst pûç bike.

 

KJAR her wisa daxwaz ji gelê Kurd dike ku piştgiriyê bidin xwepêşandanên gelê Rojhilat û got: “Em weke KJAR, daxwaz ji ji hemû gelê Kurd, ji hemû beşên civakê û bi taybet jî ji jinan ku hêzên dînamîk yên civakê dikin ku bi ziravî siyaset û komployên dijminan û dagirkeran bişopînin û helwesta xwe li hember vê yekê raber bikin. Ji ber ku di dîrokê de di hemû serhildan û şoreşên Kurd de jin pêşengiyê jêre kiriye û dengê xwe yê ji bo bidestxistina azadiyê bilind kiriye."

 

KJAR’ê di dawiya daxuyaniyê de jî ragihand: “Em weke KJAR, kuştina du kolberên Kurd li bajarê Bane ya rojhilatê Kurdistanê şermezar dikin û sersaxî ji gelê Kurd, xelkê Bane, civaka karker û malbata herdu ezîzan re dixwazin û ji gelê her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dixwazin ku li cihekî ku hene piştgiriya bajarê Bane, Merîwan, Serdeşt, Sine û ji bo her devereke din a Rojhilatê Kurdistanê, bikin. Bawer bin ku dengê rastî û azadiyê bilinde û serdikeve.”

 

(bz)