Li Helebce hêzên asayîşê xwepêşandana li dijî kuştina kolberan asteng kir

38

 

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ / HELEBCE

 

Gelê Rojhilatê Kurdistanê ji 4'ê Îlonê ve li dijî kuştina 2 kolberên li Baneyê xwepêşandana li dijî rejîma Îranê dikin. Ji derveyî Rojhilatê Kurdistanê Kurd piştgirê didin gelê Rojhilatê Kurdistanê. Divê çarçoveyê de wê vê êvarê li Helebce jî xwepêşandanek ji aliyê welatiyan ve bihata lidarxistin, lê asayîş destûrê nade pêk were û asteng kir.

 

Girseya ku kombûye dest bi xwepêşandanê bike, ji aliyê hêzên asayîşê ve hatine dorpêç kirin.