Li Xormal êrîşên li dijî kolberên Kurd û misilmanên Myanmarê hat şermezarkirin

55

 

 

 

HEWKAR MISTEFA / HELEBCE

 

Li navçeya Xormal a Helebce vê êvarê li nav bazarê ji aliyê hejmarek nûnerên rêxistinên civakî, çalakvan û welatiyan ve êrîşên li dijî kolberên Rojhilatê Kurdistanê û êrîşên li ser misilmanên Burmayê bi çalakiyekê hat şermezarkirin.

 

Li ser navê girseyê Subhan Hisên axivî û wiha got; "Weke welatiyên Xurmal em hemû êrîşên li dijî mirovên bêguneh pêk tên şermezar dikin.  Em daxwazê dikin ku hemû tewanbarên kuştina mirovan bên ceza kirin û dawî li êrîşan bên. Herwiha kuştina misilmanên li Burma weke jenosîd were naskirin."

 

 

Di berdewama axaftina xwe de Hisên bal kişand li ser xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistnaê û wiha got; "Weke gelê Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe ya ji gelê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê bi taybet kolberên Kurd dubare dikin. Em siyaseta rejîma îranê ya li dijî kolberên Kurd û gelê Kurd dide meşandin şermezar dikin."