Meksîka bi erdhejeke dijwar hejiya

53

 

 

 

 

Başûrê Meksîka bi erdhejeke dijwar a 8 pileyî hejiya. Hat ragihandin, erdhej bi 123 kîlometreyan li başûrê rojava yê bajarokê Pîjîjîapanê rû daye.

 

Her wisa erdhej avajiyên Mexîco Cîty hejand û ji bo tedbîr were girtin, jî welatî ji avahiyan derketin.

 

Navenda Hişyariya Tsûnamiyê ya Pasîfîk ji bo Meksîka, El Salvador, Kosta Rîka, Gûatemala, Nîkaragûa, Panama û Hondûrasê hişyariya tsûnamiyê da.

 

(bz)