Piştî civîna bê encam ya YNK û Goran: YNK serdana Goran kir

37

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Îro nîvro şandeyekî Yekîtî Nîştîmanî Kurdistanê (YNK) li bajarê Silêmaniyê bi armanca guftûgokirina helwesta Goran ya ji bo referandûmê û vekirina parlementoyê serdana navenda sereke ya Tevgera Goran kir û peyama meclîsa Rêveber ya YNK’ê, gihad Tevgera Goran.

 

Di heman demê de biryare heman şandeya YNK’ê bi armanca guftûgokirina referandûmê û vekirina parlementoyê serdana Komela Îslamî ya Kurdistanê jî bike.

 

Meclîsa Rêveber ya YNK’ê di civîna xwe ya duh li Silêmaniyê lidarxistibû de biryara vekirina parlementoyê da û ragihandibû ku divê di demeke herî zûde parlemento were vekirin.  

 

Her wisa di civîna duh de mijara referandûma serxwebûna herêma Kurdistanê, meseleya vekirina parlementoyê, destgirtina rewşa herêmên bi nakok ku statûya wan hîn ne diyare, pirsgirêkên ji bo referandûmê di navbera Iraq û herêma Kurdistanê de, berdewamkirina têkiliyên li gel hikûmeta Iraqê û aliyên siyasî dest girt.  

 

Di civînê de biryara herî girîng, girtibûn ew bû ku parlementoya herêmê divê di demeke herî zû de li ser hindek hîmên qanûnî, aborî û siyasî were vekirin. Di civînê de jî biryar hatibû girtin şandeyek bi navê YNK’ê van peyamên wan bigihîne Goran.

 

Hêjayî gotinêye ku di civîna hevpar ya Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê daxwaza taloqkirina referandûmê ji bo demeke guncav hatibû kirin. Herdu aliyan jî gotibûn, divê parlemento vebe û biryara dema referandûmê ji aliyê parlementoyê ve were girtin. Di civîna YNK û Goran ya piştre de ti encamek ne hatibû bidestxistin.

 

Hevdîtin berdewam dike û tê payîn ku wê herdu alî piştî hevdîtinê daxuyaniya çapemeniyê bidin. 

 

(bz)