Referanduma serxwebûna katalonyayê li ser îtîraza hikumetê betal bû

38

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Parlamentoya Rêveberiya Xweser a Katalonyayê tevî hemû dijayetiyên hikûmeta Îspanyayê jî duh biryarê da ku di 1ê Cotmehê de referanduma serxwebûnê lidar bixe. Di parlementoya herêmî de 72 parlementer vê biryarê erê kir.  

 

Serokê Rêvebirîya Herêmî Charles Puigdemont jî diyar kiribû ku ewê Katalonya ya serbixwe bikin 'komar'.

 

Ancax desteya Wezîran ya hikûmeta Îspanyêyê û Serokwezîr Mariano Rajoy ji bo îtîraza biryara referanduma serxwebûna Katalonyayê li Dadgeha Destûra Bingehîn bikin, parêzerek erkdar kirin û piştî serlêdanê, Dadgeha Destûra Bingehîn li ser daxwaza hikûmeta Îspanyayê biryara lidarxistina referandûmê betal kir.

 

(bz)