TAJÊ: Em berxwedan û helwesta gelê Rojhilat pîroz dikin

43

 

 

 

ROJNEWS / ŞENGAL

 

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî nivîskî piştgirî da gelê Rojhilatê Kurdistanê ku bi roje li dijî rejîma Îranê di xwepêşandana de ne.

 

Di daxuyaniya TAJÊ'yê de wiha tê gotin; "Em weke TAJÊ kuştina herdû Kurdên xwe yên li Rojhilata Kurdistanê yên ku bi destên rejîma Îranê dibin şert û mercên herî giran de hatine qetilkirin, bi tundî şermezar dikin.

 

Her wiha li beramberî vê biryara hovane ya rejîma Îranê jî helwesta gelê Kurd û bi teybet gelê Rojhilat pîroz dikin û pêştgiriya xwe diyar dikin."

 

Di berdewama daxuyaniya TAJÊ'yê de wiha destnîşan kirin, "Çawan ku di fermana li ser gelê Êzidî de ciwanên weke Gulanan, Agiran û bi sedan ciwanên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê berê xwe dan çiyayên Şengalê. Bi fedekarî û lehengiyekî bê hempar bûn bersiva tolhildana jin, ciwan û zarokên Êzidî ku ji aliye çeteyên DAIŞ'ê ve hatin qetil kirin û wenda kirin. Ciwanan çawa Şengal bi tenê nehêlan, em jî weke jinên Êzidî di her warî de piştgiriya xwe didin diyar kirin."

 

Em weke jinên Êzidî yên Şengalê di wê hêviyê dane ku jin, ciwan û tevahî gelê Kurd û bi teybet gelê Rojhilatê Kurdistanê têkoşîna xwe bilind bikin û hemû cûreyên êrîş û komkujiyên ku rejîma Îranê bi ser gelê Kurd de tîne vala derxin. Carekî din em berxwedanî û helwesta gelê xwe yê Rojhilat pîroz dikin."