Wezareta Parastinê ya Rusya: Wezîrê Şer yê DAIŞ’ê hate kuştin

57

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îdîa dike ku Wezîrê Şer yê DAIŞ’ê Gulmurad Halîmov di êrişa balafirên Rûsî de hatiye kuştin. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê her wisa ragihand ku Wezîrê Şer yê çeteyên DAIŞ’ê di êrişa hêzên wan yên hewayî de li Sûriyeyê li nêzî bajarê Dêra Zorê hatiye kuştin.

 

Li gorî daxuyaniya wezaretê,  serçete Gulmurad Halîmov dema li nêzî Dêra Zorê li navenda biryardayîna rêxistinê di civînê de bûye, rastî êrişa balafirên Hêza Hewayî ya Rûsyayê hatiye û di encama êrişê de hatiye kuştin.

 

Li gorî daxuyaniya wezaretê di êrişa hêzên hewayî yên Rûsî ya li ser Biryargeha DAIŞ’ê ya li Dêra Zorê de 4 jê fermandar bi giştî 40 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

 

Hate gotin ku di nava van 40 çeteyên hatine kuştin de ji derveyî ‘Wezîrê Şer' ê DAIŞ’ê Gulmurad Halîmov, ‘Şerîfê Dêra Zorê' ku wekî berpirsê karên aborî û tayînkirina milîtanan ji bo kampên perwerdehiyê dihat naskirin Ebû Muhammed El Şîmalî jî heye.