YBŞ: Hevrê me Botan şehîd bû

86

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê bi daxuyaniyekî nivîskî ragihad ku hevrê wan Şervan Botan (Cengîz Dûrak) ku li Sîba di şerên bi çeteyên DAIŞ'ê de birîndarbûyî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da ye.

 

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê wiha ye; "

Serkeftin û destkefiyên mezin ên di dîroka civakan de bi qehremanî, bi şehadet û berdêlên giranbiha mumkûne. Her civakek a bi hesreta welatek azad û jiyanek birûmet, bi fedekarî, kedekî mezin, qehremanî û têkoşînekî mezin bi dest dixe. Di Êzdatiyê ya ku dîroka wê ji qetlîam, talan û xiyanetê tijî ye û di azadiya Şengalê de hê zêdetire. Şehîdên me yên ku bi xwîn xwe derfetên wiha didin afirandin û deriya azadî û jiyanek azad didin vekirin û bûne sembola qehremanî û bûne xeta berxwedêrên fedayî, bi keda wan jiyana azad hatiye afirandin. Li ser xeta têkoşîna şehîdên me ya ku li dijî mêtîngerî û dagirkeriyê ya ku hemû cîhanê çav û guhê xwe lê girt, êşa hezar salî ya trajedî, meşa ber bi azadiyê ya di kesayeta şehîdên me de derketiye holê, gihiştiye serkeftinê û serkeftin gengaz kiriye.

 

Yek ji şehîdên me yên ku bûye mîmarê azadiya Şengal û têkoşîna mezin a 4 salan li Şengalê hatiye birêvebirin Şehîd Şervan Botan (Cengîz Dûrak) e. Hevalê me Şervan di demê herî zêde zilim û qetlîma asta jor de dihat kirin, hemû bajarên Kurdistanê di nava şer û berxwedanê de bû hatiye dinê, di sala 2014’an de jî tevlî têkoşîna azadiyê bûye. Heval Şervan ê dema berxwedana û şiyarbûna ji xwa giran a li Kurdistanê rabûyî, bi ruhê asî û têkoşînê Botan a ku bûye vîna dilê berxwedanê awa girtî, berxwedana Botan û ruhê azadiyê veguhezand Şengalê û ev ruh hêla bibe bingehek ji bo bingehê azadiya Şengalê.

 

Heval Şervan di destpêka Pêngava Sîba de bi fedekarî û cesaretekî mezin di eniyên pêş ê berxwedanê de cihê xwe girt û şerê bi çeteyên DAIŞ’ê yên dagirker re bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Heval Şervan demeke dirêj di beşa lezgîn de tedawiya wî hatiye kirin û li rexmê hemû mûdaxelayan di dîroka 05.09.2017’an de li nexweşxaneyê şehîd dikeve û tevlî karwanên nemirina dibe.

 

Heval Şervan yek ji wan hevalên ku piştî fermanê bi hewara gel ve hat û bêyî ku çavê xwe bigire, digihije Şengalê û bi hêrsekî mezin li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dike. Heval Şervan her demê ku li cihekê zilm û zordarî hebûya, dest di avêt çêka xwe û berê xwe dabû Şengalê. Di pêşîgirtina qetlîamê de, şehîdên fermanê û dîl ketina jin û zarokên Şengalê, yek ji pêşengê tolhildanê bû. Heval Şervan di berxwedan mezin a Şengalê de li gelek cihan û gelek eniyan erk girti bû, li rexmê ku gelek caran birîndar bibû jî carekê tenê jî gav paşve ne avêtiye û her tim gavek pêş ve diavêt. Bi hêrsa xwe ya di şer de, li cem bêtirstî û sebra wî ya mezin a pirsyarkirina hesabê êşa gel û hewara dayikan, li derdora xwe ji sempatiyekî mezin bi xwe re çêkirîbû û bi sekna xwe ya kedkar têkoşînekî bi nirx li pey xwe hişt. Em ê al û mîrasê berxwedanê yê ku ji bo hevalên xwe hiştî, heta serkeftinê di têkoşîna azadiya gelê û welatê xwe de berdewam bikin. Em ê xwedî hêvî û hesretên wi derbikevin, em ê bîranên şehîdên xwe hertim bidin jiyîn û fermanên wan bi serketinê bidest bixin.

 

 

Nasnav: Şervan Botan

Nav û Paşnav: Cengiz Durak

Cih û Dîroka ji Dayikbûnê: 1996/Şırnex

Cih û Dîroka Şehadetê: 05.09.2017/Siba"