YNK piştî serdana Tevgera Goran çû serdana Komele

50

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li Silêmaniyê îro şandeya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) çû serdana Tevgera Goran, piştî ku hevdîtina wan bi dawî bû, şande çû serdana Komeleya Îslamiya Kurdistanê.

 

Piştî hevdîtinê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran ti daxuyanî nedan. Lê li gorî çapemeniya YNK'ê di hevdîtinê de li ser aktîfkirina parlamentoya Herêma Kurdistanê guftûgo kirine. Herwiha şandeya YNK'ê biryara dawî ya Meclîsa Rêveberiya YNK'ê ya derbarê aktîfkirina parlamentoyê de daye Tevgera Goran.

 

Herwiha hate ragihandin ku wê YNK biryara xwe ya dawî ya derbarê aktîfkirina parlamentoya Herêma Kurdistanê de ji  Komeleya Îslamiya Kurdistanê re ragihîne.

 

YNK'ê duh dabû diyar kirin ku divê parlamentoya Kurdistanê li ser hindek bingehên yasayî, aborî û siyasî di zûtirin demê de bê aktîfkirin.