Amerîka fermandarê hêzên xwe yên li Sûriye û Iraqê guhert

50

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Amerîkayê fermandariya hêzên Amerîkî li Iraq û Sûriyê ku di ber şerê dijî DAIŞ’ê de hatine erkdarin kirin, guhert. General Paul E. Funk li şûna General Stephen Townsend fermandariya hêzên Amerîkî wergirt ku di operasyona kontrolkirina Mûsilê de amadebû û piştgirî dida artêşa Iraqê.

 

Berdevkê Pentagonê Kolonel Ryan Dillon ragihahdibû ku Townsend roja Sêşemê karê xwe temam kiriye û vegeriyaye baregeha Fort Bragg ya eyaleta North Carolinayê.

 

Berdevkê Pantegonê her wisa got ku hindek personelên wan hatibin guhertin jî di misyona koalîsyonê de ti guhertinek çênebûye û peyama berdewamkirina şerê dijî DAIŞ’ê da. ^

 

Hêjayî gotinêye ku Berdevkê Pantegonê têkildarî sedema guhertina fermandariya hêzên Amerîkî li Sûriye û Iraqê, ti tiştek ne gotiye û tenê weke cih guhertinekî bi nav kiriye.

 

(bz)