Desteya Wezîran a Iraqê li ser projeya Fona Civakî kar dike

54

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Desteya Wezîran ya Iraqê îro bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku ew li ser projeyeke Fona civakî dixebitin û wê piştre ji bo pesendkirinê pêşkêşê parlementoya Iraqê bikin.

 

Li gorî daxuyaniyê Desteya Wezîran dest bi amadekirina projeyeke ji bo Fona Civakî kirine û ji bo pesendkirinê jî divê pêşkêşê parlementoya Iraqê bikin.

 

Li gorî daxuyaniyê wê fona civakî ji bo ‘Qurbaniyên şer yên Iraqê, xizmên şehîdan û birîndaran’ were were dayîn. Her wiha karmendên di dezgehên taybet de kar dikin, divê piştî teqawitbûn mûçeyê wan jî mîna karmendên giştî were dayîn. Ev jî ji bo bi cih anîna dadperweriya civakiye.”

 

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di dîroka Iraqê de yekemîn care kar li ser projeyeke vî awayî ya Fona Civakî tê kirin. Niha proje di qonaxa nîqaşkirin û guftûgokirinê de ye. Ji bo ev proje bibe qanûn jî divê parlemento pesend bike.”