Di Pêngava Reqayê de  30 çete hatin kuştin

44

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Pêngava Rizgarkirina Reqayê di meha çaremîn de bi hemû leza xwe dewam dike. Li taxa Nehda ya aliyê rojava yê Reqayê, herwiha li taxa Mensur û El-Sekne yên navendên bajarê Reqayê, şerên giran rû didin.

 

Şervanên QSD`ê  di her sê taxên navborî de bi pêşve diçin û derbeyên giran li çeteyên DAIŞ`ê dixin. Di şerê ku li her sê taxan hîna dewam dike, 30 çeteyên DAIŞ`ê 11 ji wan di erebeyeke leşkerî li taxa Mensur de, hatin kuştin.

 

Her wiha li taxa Mensur depoyekî cebilxane û panzêreke çeteyan, kete destê şervanên QSD`ê.