Îranê 18 xwepêşander berda, agahî ji xwepêşanderên din nîne

49

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Di xwepêşandanên li dijî kuştina kolberan de rejîma Îranê hejmareke zêde ya xwepêşanderan girtibû binçavan. Li Sine 20 li Bane jî 22 kes girtibûn binçavan. Li Bane 18 kes serbest hatin berdewan lêpirsîna 4 kesan jî hîna li girtîgeha Îtlaatê berdewame. Ancax heya niha jî agahiyeke zelal di derbarê wan kesên heta niha dibinçavan de tên girtin jî ne hatiye girtin.

 

Hêjayî gotinê ye ku nasnameya piranî ew kesên ku hatine girtin û di lêpirsînê de ne, nehatine eşkere kirin. Tê payîn ku hejmara wan zêdetir jî be.

  

Roja 3’ê Îlonê li ser sînorê Rojhilat ya bajarê Bane di encama êrîşa rejîma Îranê de du kolberên Kurd yên bi navê Heyder Ferecî û Mam Qadir jiyana xwe ji dest da bûn.

 

Di rojên piştî wê de jî li dijî qetilkirina kolberên Kurd gelê Rojhilat xwepêşandanên girseyî lidarxistin, jiyan rawestandin û dukan girtin. Rejîm jî operasyon li dijî xwepêşanderan da destpêkirin û hewlda xwepêşanderan bêdeng bike.