KCK’ê ji bo yekîtiya netewî serdana  HDK’ê kir

42

 

 

 

MIHEMED HESEN / RANYA

Li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên KCK'ê yên ji bo yekîtiya netewî û kongreya netewî didomin. Divê çarçoveyê de îro şandeya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ya ji berpirsê Peywendiyên KCK'ê Serhed Varto, Nûnerê KCK'ê Başûrê Kurdistanê Dr. Hisên Ehmed û Endamê Nûnertiya KCK'ê ya Başûrê Kurdistanê Merwan Amad pêk di hat li navçeya Koyê  ya Hewlêrê serdana Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) ya Rojhilatê Kurdistanê kir.  Şandeya KCK'ê ji aliyê Endamê Deftera Siyasî ya HDK'ê Hesen Qadir Zade, Endamê Komîsteya Navendî Birahîm Zêbweyî û Endamê Rêveberiya HDK'ê Xidir Pakdamen ve hat pêşwazî kirin.

 

Piştî hevdîtinê ji HDK'ê  Hesen Qadir  Zade ji çapemeniyê re axivî û wiha got; "Îro me di rûniştinek dostane ya ligel şandeya KCK'ê de, hejmarek mijarên siyasî, pisgirêk û aloziyên  Rojhilata Navîn, Iraq, Sûriye û planên dewleta Tirk û Îranê yên li ser gelê Kurd guftûgo kir. Me behsa alîkariya pratîk û lidarxistina Kongreya netewî û rêyên lidarxistina Kongreya netewî ji bo yekîtiya netewî ya herçar parçeyên Kurdistanê kir. Pêkhatiya yekîtiya netewî mercê serkeftina gelê Kurde."

 

Hesen Qadir  Zade di berdewama axaftina de wiha anî ziman; "Rojhilata Navîn roj bi roj aloztir dibe. Hejmarek plan li dijî gelê Kurd li holê ne. Li gorî me mercê serkeftina xebata gelê Kurd di yekîtiya netewî û yekîtiya gelê Kurd de ye. Ji ber vê yekê em ji bo dîplomasî û xebata hevbeş her tim amade ne."

 

 

Ji şandeya KCK'ê ji Serhed Varto axivî û wiha destnîşan kir; "Em ligel HDK'ê ligelek xalan de hem fikir bûn. Bi taybet li ser yekîtiya netewî û lidarxistina kongreya netewî me guftûgo kir. Me destnîşan kir ku yekîtiya netewî gelek pêwîste. Dagirkerên Kurdistanê di nava peywendiyê dene ji bo ku destkeftiyên gelê Kurd ji holê rabikin. Tişta ku destkeftiyên gelê Kurd bi parêze yekîtiya netewî û kongreya netewî ye."

 

Varto herî dawî wiha got; "Ji bo lidarxistina Kongreya netewî divê aliyên siyasî rolên bi bandor bigirin. Lê pêwîste rewşenbîr, hunermend û kesayetên cûda jî rolên berbi çav ji bo yekîtiya netewî bigrin."