Kelariyan piştgirî da gelê Rojhilatê Kurdistanê

33

 

 

 

BERHEM LETÎF / KELAR

 

Çalakiyên ji bo piştgiriya nerazîbûnên gelê Rojhilatê Kurdistanê  yên li dijî kuştina kolberên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve berfireh dibin. Di vê çarçoveyê de vê êvarê li navçeya Kelar a Germiyan bi pêşengtiya Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê çalakiyek piştgiriyê hate lidarxistin.

 

Çalakiya li Parka Leyla Qasim bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir, piştre re Hevserokê Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê yê herêma Germiyan Hewrê Cebar axivî û wiha got; "Rejîma Îranê siyaseta bêkarî û birsîkirina li Rojhilatê Kurdistanê li ser gelê Kurd dide meşandin. Li hemberî vê ji têkoşînekî mezin heye. Ev civaka ku radestî vê siyaseta rejîma Îranê nabe, ji bo derbara xwe ya jiyanê karên herî giran û metirsîdar dikin. Ev ji karê kolberiyê ye. Ji aliyê rejîma Îranê ve biryara kuştina wan hatiya dayîn. Ji ber ku Îran naxwazin Kurd  bi îrade bin."

 

 

 

Cebar di berdewama  xwe de bang li gel kir û wiha anî ziman; "Niha li Rojhilatê Kurdistanê gel li ser pêya ne. Têkoşîn û serhildan heye, weke Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê em piştgiriya daxwazên gelê Rojhilatê Kurdistanê dikin. Divê li hemberî zextên Îranê gelê Kurd bêdeng nebin. "

 

 

Berpirsê Ofîsa Partiya Zehmetkêşanî Kurdistan ya Kelarê Goran Rehîm jî axivî û wiha got; "Çawa ku berê me siyaseta rejîma Îranê ya bêdengkirina gelê Kurd, bidarvekirin û girtina Kurdan şermezar kir, ev kuştina kolberên Kurd ji şermezar dikin. Em daxwazê ji Îranê dikin ku pirsgirêka gelê Kurd bi rêya siyasî çareser bike. Em bi tundî kuştina kolberan şermezar dikin. Em daxwazê dikin ku zext li rejîma dagirker a Îranê bê kirin. Ji bo ku dawî wan komkujiyan bîne."

 

 

 

Herwiha Berpirsê Navenda Karên Hevbeş a Rêxistinan Piştîvan Jaleyî ji axivî û wiha got; "Li Rojhilatê Kurdistanê Kurd bi neçarî karê kolberiyê dikin.  Di cîhanê de ji karê kolberiyê zehmetir nîne. Her roj jiyana kolberan mirineke. Ji derveyî vê kolber têne kuştin. Weke çawa li Baneyê 2 kolber hatin kuştin. Em li dijî kuştina kolbera nin. Em daxwazê dikin ku li dijî kuştina kolberan xelk bibin xwedî helwest."