‘Li Başûr kuştin û xwekuştinên jinan her diçe zêdetir dibe’

39

 

 

 

ENWER QEREÇOX / HEWLÊR

 

 

Li gorî desteya Serbixwe ya Mafê Mirov li Başûrê Kurdistanê di meha Tebaxê de 6 bûyerên xwekuştinê û 4 bûyerên kuştinên jinan rû dane û du kes jî hewl dane xwebikujin, birîndar bûne.

 

Têkildarî mijarê Çalakvana Jin Avan Faris Caf  ji ajansa me re axivî û rexne li saziyên ji bo pirsgirêkên jin kir ku zehf şeklî dimînin û got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinann gelek sazî hene. Lê ji ber planeke wan ya demdirêj nîne û kesên ku serê xwe bi vê meseleyê re biêşîne nîne, ev bûye sedem ku roj bi roj bûyerên şîdeta li dijî jinê zêdetir bibin û bigihijin asteke metirsîdar.”

 

 Avan Faris axaftina xwe wiha domand: “Pêwîste guhertinên bingehîn werin kirin. Divê sazî û dezgehên taybet yên ewlehiya civakî hebin. Her wiha divê planek stratejîk ya berdewam were dayîn ku kesayetên payebilind yên di rêveberiya herêma Kurdistanê de jî beşdar bibin.”