Li Germiyan di qezayê de du ciwanan jiyana xwe ji dest da

58

 

 

BOTAN GERMIYANÎ/ GERMIYAN

 

Şevê din saet 23:00’an de li ser rêya sereke ya di navbera Kelar û Silêmanî li nêzî gundê Berlut ya Kelar, di encama wergêrana wesayîtekê de du ciwanan jiyana xwe ji dest da û çar ciwanên din jî birîndar bûn.

 

Têkildarî bûyerê Berdevkê Navenda Giştî ya Trafîka Germiyan Karzan Mecîd wiha ji ajansa me re axivî: “Bûyer li ser rêya di navbera Kelar Silêmanî li nêzî gundê Berlut rûda, di encamê de du ciwanan jiyana xwe ji dest da û çar kes jî birîndar bû.”

 

Karzan Mecîd diyar kir ku rewşa birîndarekê girane û jiyana wî di xeteriyê deye.

 

Şahidekî bûyerê jî ku nexwest navê xwe eşkere bike  eşkere kir ku sedema qezayê leza zêde bû û kontrola wesayîtê winda kirin bû.