Li Merîwan 12. Festîvala Şanoya Kolana destpê kir

34

 

 

 

Di destpêkirina 12. Festîvala Şanoya Kolanan a navnetewî ya Merîwanê de çend çalakiyên cûda hatin lidarxistin.  Bi giştî 27 komên şanoyê yên ji deverên cûda yên Îranê hatin hunerên xwe pêşkêşkirin. 

 

Çalakvanê sivîl yê bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê Kiyan Cîhanî derbarê festîvalê de ji ajansa me re wiha anî ziman; "Di vê festîvalê de wê 450 kes di 41 koman de di beşên cûda de wê bi hev re bikevin pêşbirkê. Wê hunerê xwe pêşkêş bikin.  Ji 41 kom ji di nava xwe de dibin 5 beş, beşek ya zarokane. 6 komên şanoyê yên welatên cûda jî beşdar bûne. Yek ji Berazîl, Spanya, Ukranya, Azarbeycan, Fransa û Herêma Kurdistanê ye."