Li Silêmanî li dijî hejariyê komîsyonek hat avakirin

47

 

 

 

 

RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Li Silêmaniyê, li Salona Kêmendamên Kurdistanê konferansek li ser mijara hejarî li Kurdistanê û şêwaza li hemberî wê rawestan, ji aliyê Desteya Amadekariya Tevgera Dijî Hejarî hat lidarxistin. Di konferansê de biryara avakirina komîsyonekî li dijî hejariyê hat dayîn.

 

 Li ser mijarê Endamê Komîsyona  Dijî Hejariyê Bextiyar Mistefa di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û wiha got: “Niha asta bêkarî û hejariya gel zêde bûye. Ev jî ji bo koçber kirina gelê Kurdistanê nîşanek metirsîdare. Em dibînin welatiyên teqawît kirî yan jî  kêmendam û welatiyên asayî di rewşek xirab de ne.”

 

 

 

Her wiha Bextiyar Mistefa got: “ Piştî ku hikûmeta Herêmê ket bin bandora biryarên sindoqa navnetewî, di biryarên xwendin, beşa ceyran, tenduristî û beşên din de rastî bertekên xirat hat.”

 

Bextiyar Mistefa axaftina xwe wiha domand: “Di konferansê de fikrê çalakvanan tê girtin û emê pêşkêşî desthilat bikin. Pêwîste bi cidî çavê xwe bide gelê Kurdistanê. Divê hemû biryarên ku li ser başkirian mûçe heye, kar li ser were kirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de Bextiyar Mistefa ev tişt anî ziman: “Di konferansê de emê komîsyonekê ava bikin, bername rêziknameya navxweyî nîqaş bikin. Her wiha heya ev hejarî hebe, wê ev komîsyona dikarê xwe de berdewam be.”