Li Silêmanî qeza: kesek mir 6 kes jî birîndar bûn

55

 

 

 

Li gorî daxuyaniyeke Navenda Trafîka Silêmanî ku şeva buhrî belav kiribû, derengiya şeva buhrî, du wesayît li hev qelibîn.

 

Her wiha Navenda Trafikê diyar kir ku qeza di encama pêşbaziya di navbera du wesayîtan de rûdaye û got ku  di bûyerê de kesekê jiyana xwe ji dest daye û 6 kesên din jî birîndar bûne.