Li Silêmaniyê mitînga ‘Ji Referandûmê re Na’

46

 

 

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS

Li Stadyûma  Wezîşê ya Silêmaniyê vê êvarê saet 17:30'an de mitînga Tevgera 'Niha ji Referandûmê re Na'  hate lidarxistin. Ev mitînga destpêkê ya ji referandûmê re Na bû. Bi sedan kes beşdarî mitîngê bûn.

 

Tevgera 'Niha ji Referandûmê re Na' tevgerekî ji aliyê çend parlamenter, rewşenbîr, çalakvan, nivîskar û rojnamegeran ve hatiye damezranidn. Di propagandaye xwe de destnîşan dikin ku niha ne demê referandûmê ye û divê referandûm bê paşxistin. Didin diyar kirin ku ji bo referandûmê zemîn nehatiya amadekirin û bingehê dewleta Kurdî jî nehatiya çêkirin. Destnîşan dikin ku tenê ji aliyê çend aliyên siyasî ve biryar li ser referandûmê hatiya dayîn û ne biryara giştî ya gele.