Li Xaneqînê herî kêm 10 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

48

 

 

EMÎR XANEQÎNÎ/ XANEQÎN

 

Li herêma Zelaw ya nêzî devera Neftxane û Îmam Weys ya navçeya Xaneqîn a Diyale, îro Tugaya 11 ya Heşdî el Şebî û Hêzên Iraqî li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek dan destpê kirin.

 

Çavkaniyek bi bawer di nav Tugaya Heşdî Şebî ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji ajansa me re ragihand ku  di operasyona îro de ku hêzên asîmanî jî tevlî bû, hinek baregehên DAIŞ’ê hatin ruxandin û herî kêm 10 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

 Heman çavkaniyê îşaret bi ziyanên Heşdî le Şebî û Hêzên Iraqî kir û got: “4 çekdar Heşdî el Şebî yên Tugaya 11 ya Kurdên Feylî hatin kuştin û sê çekdarên din jî birîndar bûne."

 

Çavkaniyê diyar kir ku operasyonê danê sibehê destpê kir û heya piştî nîvro dewam kir.