Mahabad û Kamyaran hişyarî dan Îranê: Dawî li zextan bîne

53

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Çalakvanên sivîl yên Mahabadê di daxuyaniyê ji rejîma Îranê xwestin ku dawî li zextên xwe bînin û wiha hate gotin: “Pêwîste rejîma Îranê, di demek herî zûde zextên li ser kolberên Kurd bi dawî bibin, hemû girtî û xwepêşandêrên Bane û Sine berde. Divê dawî li milîtarîzekirina Rojhilatê Kurdistanê were anîn. Divê rejîm lêborîn ji malbatên herdu kolberên qurbanî bixwaze.”

 

atmosfera leşkerî ku li ser bajarên Kurdan de daye pêkanîna, were rakirin. Pêwîste lêborîn ji malbatên kolberên qurbaniyan were xwestin.”

 

Çalakvanên Kamyaranî jî di daxuyaniya xwede hişyarî dan Îranê û gotin: “Eger Îran naxwaze têk biçe, divê berê pêşîn dawî li zextan bîne, dest ji êşkencekirina Kurdan berde.”

 

Çalakvanên Kamyaranî di dawiya axaftina xwede ragihandin ku ewê li ser rêya mamoste Ferzad Kemanger berdewambin û wê dengê xwe yê nerazî bigihînin dewleta Îranê.”

 

(bz)