Mamosteyên Başûr ji sala nû ya perwerdê bêhêvîne

46

 

 

 

HAWKAR MISTEFA / ROJNEWS

 

 

Her sal çend roj berî destpê kirina xwendinê, mamosteyên herêma Kurdistanê  serdana dibistanan dikin. Sala borî di 1’ê Îlonê de mamosteyan serdana dibistanan kiribûn. Lê îsal wezareta perwerdê vê serdana mamosteyan taloq kirin û îro pêk hat.  Biryare 2’ê Cotmehê bi awayeke fermî deriyên dibistanên herêma Kurdistanê vebin.

 

Têkildarî mijarê Mamosteyê Amadeyî yê Zend li navçeya Seyîdsadiq a ser bi Silêmanî Salar Mehmûd wiha ji ajansa me re axivî: “Me îro serdana dibistanên xwe kir. Lê me bê hêvîtiyek hîs kir ku wê perwerde dîsa mîna par, nebaş derbas bibe.”

 

 

Salar Mehmûd balkişand ser rewşa aborî ya mamosteyên herêma Kurdistanê û got: “Rewşa madî ya mamosteyên herêmê nebaşe. Wê asta xwendinê li gorî par hîn xiraptir jî bibe. Ew pirsgirêkên ku di van  salên dawî de mamoste û sîstema perwerdê dijî, hîna jî nehatine çareserkirin.”

 

Rêveberê  Dibistana Çiya ya seretayî li Seyîdsadiq Cemal Mihemed jî ji ajansa me re axivî û got: “Îro weke kevneşopiyekî mamosteyan serdana dibistanan kir. Lê perwerde  ango xwendin wer hêsan pêk neyê. Ji ber rewşa mamosteyan zêde baş nîne.”

 

 

Cemal Mihemed axaftina xwe wiha domand: “Hikûmeta Herêmê hinek soz ji bo mamosteyan daye û bi cih ne aniye. Ti hêviyekî mamosteyan ji hikûmetê nîne. Êdî li ser wijdana mamosteyan maye ka wê çiqas bikarin perwerdeyê bidin û berdewam bikin.”

 

Di dawî de Cemal Mihemed balkişand ser cezakirina mamosteyên ku kar boykot kirine û got: “Ez bi ti awayî cezakirina mamosteyan qebul nakim. Ji ber ku nikarin ji ber rewşa xirab ya aborî dewamê bikin. Ji ber her dema hikûmet mafê mamosteyan da, wê demê ji bo dewam nekirina mamosteyan jî ti hincetek namîne.”

 

 

(bz)