‘Me ji Ebadî xwest zextê li Tirkiyeyê bike ku hêza xwe ji Iraqê vekişîne’

36

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Endamê Lijneya Navxweyî li Parlamentoya Iraqê Îskender Tut têkildarî   vekişîna hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê ji xaka Iraqê ji ajansa BBC re axivî.

 

 Îskender Tut di daxuyaniya li gel BBC de wiha got: “Me bi awayek fermî ji Serokwezîr Heyder Ebadî xwestiye ku zextê li ser Tirkiyeyê bike ku hêzên xwe yên leşkerî ji xaka Iraqê vekişîne.”

 

Di dewama hevpeyvînê de Tut ev gotin kir: “Hêza karkirinê ya Nûnerê Hikûmeta Iraqê li Neteweyên Yekbûyî, lewaze. Nekariye wek pêwîst kar li ser dosyê bike û ji bo mijarek ewlekî biguhere û eşkere bike. Mayîna wan, binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye.”

 

 Hêjayî gotinê ye ku gelek navendê leşkerî yên Tirk di xaka Iraqê  de hene. Hinek ji wan navendan jî di xaka Herêma Kurdistanê de ne. Ew ji di salên 1990’ande vekirine. Di sala 2015’an de jî navendek leşkerî li navçeya Başîka li bakurê Mûsilê vekiribû.