PDK û YNK sibe di civin

48

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Bi nêzîkbûna referandûmê re Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) dest bi hevdîtina ligel aliyan kiye. Duh li gel Tevgera Goran û Komeleya Îslamiya Kurdistanê civiya bû û 7 xalên derbarê referadûm,  mûçeyên karmendan û yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê dabû wan.

 

Divê çarçoveyê de, ligorî medya YNK'ê wê sibe PDK û YNK li ser mijara aktîvkirina parlanentoyê û her 7 xalên pêşkêşî Tevgera Goran û Komeleya Îslamiya Kurdistanê hatîn kirin û di Meclîsa Rêveberiya YNK'ê de hatî erê kirin de li hev bicivin.

 

YNK destnîşan dike ku divê ji berî referandûmê parlamentoya Herêma Kurdistanê were aktîfkirin. Ji bo vê yekê jî duh serdana Tevgera Goran û Komeleya Îslamiya Kurdistanê kirî bû.

 

Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji 19'ê Tebaxa 2015'an ve hatiye bêaktîfkirin û rê nayê dayîn Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê biçe Hewlêrê.